Gultan Kişanak: Bi tundiya siyasî doz hatin destpêkirin 2021-02-26 14:29:14     MELETÎ - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku girtî tê darizandin, bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û diyar kir ku dosya bi zextên siyasî hatiye vekirin û wiha got: "Bi tundiya siyasî doz hatin destpêkirin."    10'emîn danişîna doza  Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Sebahat Tuncel ku bi îdeaya “endamtiya rêxistinê" û “propaganda rêxistinê" girtî tên darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat dîtin. Gultan Kişanak ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê û parêzerên wan Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Prz. Mehmet Emin Aktar û PRZ. Mesut Beştaş, ji Amedê bi rêya SEGBîS'ê tev li danişînê bûn. Sabahat Tuncel jî ji ber sewqa tev li danişînê nebû.    Polîsan beriya danişînê avahiya edliyê dorpêç kir. Heyeta dadgehê biryar da ku dosya têkildarî Komeleya Sarmaşikê ya ku li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihat dîtin bi vê dosyayê re bike yek.    Gultan, bi rêya SEGBÎS'ê parastin kir û anî ziman dosya û dozê li wê hatine vekirin bi zext û tundiya siyasî li wê hatine vekirin. Kişanak xwest hiqûq li dijî van zextên siyasî serî netewîne.    Parêzerê Gultan, Mehmet Emin Aktar jî parastin kir û anî ziman ku Gultan 4 salin bi awayekî sanal tê darizandin û wiha got: "Em rûyê hev nabînin û hev dadirizînin. Ev darizandinek keyfî ye. Ev yek îhlala hiqûqê ye."    Serokê Baroya Amedê û Prz. Cihan Aydin jî anî ziman ku Gultan ji ber Komeleya Sarmaşik tê darizandin û wiha got: "Di avakirina komeleyê de Baroya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin û Walitiya Amedê tev lê bû. Wekî saziyên din baro ji piştgirî da. Min jî pere da. Ez li vir li xwe îxbar dikim. Komele di venêrtiya masa komeleyan û Wezareta Karên Hundir de vebû. Komele bi KHK'ê hat girtin. Eyb e şerm e. Mijara komeleya Sarmaşik hem pêkenok û hem jî trajîk e. "   Heyetê doz taloqî 21'ê Gulanê kir.