6 sal û 3 meh ceza li Elîf Haran hat birîn 2021-02-26 14:28:00     AMED - Heyeta dadgehê 6 meh û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran birî.   Danişîna doza  Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran li 10'emîn Dadgeha Cezayênk Giran a Amedê pêk hat. Dadgehê li Elîf Harran ku bi îdeaya 'Endamtiya rêxistinê" tê darizandin ji dozê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Di danişînê de Haran amade nebû. Parêzerê Haran Mehdî Ozdemîr amade bû.    Dozger der barê Haran de bi hinceta tev li kongreya KCD, TJA û Komeleya Roza bûye xwest bê cezakirin. Parêzer Mehdî Ozdemir jî li dijî vê yekê parastin kir û anî ziman ku tiştekî bibe sûc tune ye.  Dadgehê jî li Elîf Harran ku bi îdeaya 'Endamtiya rêxistinê" tê darizandin ji dozê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.