Di doza Aleyna Çakir de dê qeydên HTS'ê bên guhdarkirin 2021-02-25 16:42:44     ENQERE - Bersûcên doza Aleyna Çakir, Umîtcan Ûygûn û heval wî Enes Ozdemîr ku weke şahid hat guhdarkirin, li xwe mikur hatin ku Aleyna Çakir hatiye derpkirin.    Umîtcan Ûygûn, beriya ku Sema Esen a bi navê Aleyna Çakir tê nasîn di 3’yê hezîrana 2020’an de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest bide, bi zorê ketibû mala Aleyna Çakir. Ji ber vê bi sûcdariya “Gef û binpêkirina destnedayîna avahiyê” doz li Umîtcan Ûygûn hatibû vekirin. Danişîna yekemîn a dozê li 17’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê hat dîtin. Dayika Çakir Hatûn Esen, bavê wê Mehmet Esen, kekê wê Hîmmet Esen û parêzerê malbatê, parêzerê Platforma Em ê Cînayetan Rawestînin, parêzerê Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê, Seroka Milên Jinan a CHP’ê ya Enqereyê û gelek jin tevlî danişînê bûn.    Bersûc Ûmîtcan Ûygûn ku ji bikaranîn û li ser gerandina hişbirê girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 Sîncanê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn. Umîtcan Ûygûn û heval xwe Enes Ozdemîr ku weke şahid hatin guhdarkirin, li xwe mikur hatin ku Aleyna Çakir hatiye derpkirin.    Piştî van mikurhatinan parêzerên malbata Aleyna Çakir, xwestin ku sûca hewldana kuştinê bê qebûlkirin û bi sûcdariya “birîndarkirina bi hîssên hovane” darizandin pêk were. Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û biryar da ku qeydên HTS’ê bên guhdarîkirin û danişînê taloqî 28’ê gulanê kir.    Piştî danişînê malbata Aleyna Çakir û parêzerên xwe li ber edliyeyê daxuyanî dan. Dayika Çakir Hatûn Esen û bavê wê Mehmet Esen destnîşan kirin ku wê doza keça xwe bişopînin û xwestin ku cînayetên jinan bên rawestandin.