Rûniştina hevserok Belgin Diken hat taloqkirin 2021-02-24 15:49:10     AMED - Rûniştina doza têkildarî Hevseroka Yenişehirê Belgin Diken hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, hat taloqkirin.    Rûniştina doza têkildarî Hevseroka Yenişehirê Belgin Diken hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Belgin, parêzera wê Feride Laçin û hevjînê Belginê Şeymus Diken ji bo wekî şahid bê guhdarkirin amade bûn.    Di rûniştinê de di destpêkê de Şehmus Diken têkildarî pirtûkên li mala Belginê axivî.    Piştre parêzer Feride parastin kir û daxwaza rakirina qedexeya derketina derve kir.    Doz hat taloqkirin   Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt daxwaza rakirina derketina derve ya parêzer red kir. Bi hinceta temamkirina kêmasiyan heyetê doza taloqî 3'yê Gulanê kir.