Doza Figen Yuksekdag jê girtiye bi doza Kobanê re kirin yek 2021-02-24 14:58:23     ENQERE - Doza sereke ya Hevseroka Giştî ya HDP'e ya berê Figen Yuksekdag a girtî tê darizandin, bi doza Kobanê re kirin yek .   Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demok a Gelan (HDP) ya berê Figen Yuksekdag ji doza sereke ku jê girtî tê darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat. Figen tev li danişînê nebû. Parêzerên Figen tev li danişînê bûn û xwestin Figen bê berdan. Piştî parêzeran parastin kir, heyeta dadgehê doza sereke ku Figen jê girtî tê darizandin û doza Kobanê ku li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin kir yek.