Rûniştina 2'yem a Mûsa Orhan di 25’ê Sibatê de ye 2021-02-24 09:05:41     SÊRT - Çawîşê pispor Mûsa Orhan ku tecawîzê Îpek Er kir û ew berbi întîxarê ve bir, negirtî tê darizandin û 2’yemîn rûniştina doza wî di 25’ê Sibatê de li 1'emîn dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê bê dîtin.   Li navçeya Qubin a Êlihê jina bi navê Îpek Er bi tecawiza çawîşê pispor Mûsa Orhan re rûbirû ma bû û piştre jî dawî li jiyana xwe anî. Derbarê Mûsa Orhan de jî sûcê "êrîşa zayendî" doz hat vekirin û yekemîn rûniştin di 16’ê cotmeha 2020’an de li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê hat dîtin. Ji herêmê gelek baro û rêxistinên jinan tevlî rûniştinê bûn û piştgirî dan malbata Îpekê. Her wiha baro û rêxistinên jinan daxwaz kirin ku tevlî dozê bibin lê ji aliyê dadgehê ve daxwaz hat redkirin. Mûsa Orhan ku ne girtî tê darizandin bi Pergala Ragîhandin û Dîmen Deng (SEGBÎS) ji Enqereyê tevlî rûniştinê bû û mafê xwe yê neaxivinê bikar anî.   Parêzerên gumanbar ji bo nûçeyan got derewe   Parêzerên gumanbar îdia kirin ku tiştên hatine jiyîn têkiliya dildariyê ye û gotin ajans nûçeyên derew serwîs dikin. Parêzerên gumanbar gotin ew ji parvekirinên çapemeniya civakî nerehetin û got Îpek ji ber zextên civak û malbatê întîxar kiriye. Dema parêzerên gumanbar parastin dikirin, dayika Îpekê ji ser xwe çû. Bav Fuat Er jî got: “Li malbata me hereqet tê kirin. Heta dê bav, eşîrê zimên xwe dirêj dikin. Me derbarê malbata wî de yek gotinek negot. Me heqeret nekir. Çima ev dikin.”   ‘Divê dewlet tiştên pêwist bike’   Dayika Îpekê, Hakîme Kilinç got heta dawiya jiyana xwe wê li pey dozê be û got divê dewlet tiştên pêwist bike û bila gumanbar bê girtin. Parêzerên Îpek Er jî diyar kirin ku Mûsa ji bo ku ji sûc xwe xilas bike bêdeng maye û got ger ku gumanbar biaxiviya wê naqokî jî ji holê rabûna û her wiha gotin ku divê îfadeyên xebatkarên nexweşxanê jî bikeve dosyayê.   Biryara darizandina negirtî dan   Heyeta dadgehê derbarê gumanbar Musa Orhan de biryara darizandina negirtî dan û rûniştin taloqî 25’ê Sibatê kiribûn.   Çi bibû?   Li navçeya Qubin a Êlihê di 16’ê Tîrmehê de jina bi navê Îpek Er ya 18 salî întîxar kiribû û di 18’ê Tebaxê d jiyana xwe ji dest da. Li ser bertekên hat nîşandan Çawîşê pispor Mûsa Orhan bi hinceta tecawizê Îpekê kiriye hat girtin û di 25’ê Tebaxê de hat berdan. Îpek Er di nameya ku nivîsandibû de diyar kiribû ku Mûsa Orhan tecawizê wê kiriye. Parêzerên malbata Îpekê, derbarê Mûsa Orhan de ji sûcê "bûye sedema întîxarê" serlêdana sûc kirin. Parêzerê Mûsa Orhan di daxwaznama îtîrazê de got "gumana revê tune". 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê di esasê di daxwaznameyê de li ber çavan girt û Mûsa Orhan tahliye kir. Piştî biryara dadgehê tahliyeyê ji aliyê rayagiştî ve bertekên mezin hatin nîşandan.