6 sal û 3 meh ceza li endama KCD'ê Jiyan Taş hat bîrin 2021-02-22 13:23:59   AMED - Bi hinceta faaliyetên KCD'ê li endama Dîwanê ya KCD'ê Jiyan Taş 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.    Bi hinceta faaliyetên  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Endama Dîwana KCD'ê Jiyan Taş bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Jiyana ku berdayî tê darizandin beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Jiyanê Seda Zengin û Mahmut Vefa amade bûn.    Meqama îddiayê bi hinceta xebatên KCD'ê ji bo jiyanê ji 7 salan heta 15 salî ceza xwest.    'KCD platformeke zagonî ye'   Parêzer Seda Zengin a ku diyar kir ew beşdarî mutaalayê nabe diyar kir ku KCD platformeke zagonî ye û da zanîn li gelek welatan pêkhatinên wekî KCD'ê hene û got divê KCD wekî hêmana sûc neyê dîtin.    'Hemû darizandin li ser lîsteyê dimeşe'   Parêzer Mahmut Vefa jî anî ziman li KCD'ê lêgerîn hatiye kirin û lîsteyeke hatiye bidestxistin û darizandinên KCD'ê li ser vê lîsteyê diçe û got ew sûcên li dijî muwekîla xwe qebûl nake û daxwaza berata muwekîla xwe kir.    Ceza hat dayin   Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê delîlên heyî girt ber çavan û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Jiyanê birî.