Ji bo berbazê Dîlek Kaya qetil kir cezayê muebbetê hat xwestin 2021-02-18 11:20:24     AMED - Îdianameya têkildarî berbazê bi navê Yusuf Çalişkan ê li Kayapinarê Dilek Kaya qetil ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin. Di îdianameyê de ji ber sûcê "Kuştina qesten a bi çekê" cezayê muebbetê yê girtîgehê ji bo Yusuf Çalişkan hat xwestin.    Li avahiyên TOK'yê yên Kayapinara Amedê di 22'yê Adara 2020'î de berbazê bi navê Yusuf Çalişkan (29) ê li 8'emîn Fermandariya Ana Jet Ust dixebitî Dilek Kaya (35) qetil kir. Yusuf Çalişkan piştî hat binçavkirin şûnde hatibû girtin. Têkildarî Yusuf Çalişkan Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji ber sûcê "Kuştina qesten a bi çekê" îdianame hat amadekirin.  Yaptığı katliamı meşrulaştırmaya çalıştı   Di idianemeyê qetilkirina Dilek Kaya ya bi destên Yusuf Çalışan cih girt. Yusuf Çalişan anî ziman ku ji ber Dilekê hesûdî kiriye nîqaş kirine û piştre Dilek qetil kiriye. Bi vî awayî Yusuf xwest qetilkirinê rewa nîşan bide.    Hat diyarkirin ku malbata Dilekê Yusuf Çalişkan gilî kirine.    Îdianameya hat amadekirin ji aliyê 12'emîn Dadegeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin. Ew ê rûniştina yekem a dozê di 21'ê Nîsanê de bê dîtin.