Roja danişîna rojnamegeran diyar bû 2021-02-16 16:56:15   WAN - Roja danişîna doza 4 jê girtî 5 rojnamegerên ku nûçeya 2 welatiyên li Şaxa Wanê ji helîkopterê hatin avêtin çêkirin û doz li wan hat vekirin aşkere bû. Yekemîn danişîna doza rojnamegeran dê di 2'ê Nîsanê de bê dîtin.    Di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên ku derketibûn operasyonê welatî Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û îşkence li wan kiribûn. Piştre ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban jî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin hê jî nexweş e û nikare tevger bike. Di 6’ê cotmeha 2020’an de ji ber ku ev bûyer derxistin holê polisan bi ser mala nûçegîhanana me Şehrîban Abî û nûçegîhanên  Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û Rojnameger Nazan Sala de girtin û ew binçav kirin. Piştre bi sûcdariya “Nûçe çêkirina bûyerên civakî yên li dijî dewletê” hatin girtin.   Herwiha Nûçegîhana MA'yê Zeynep Durgut jî piştî demekê ji heman mijarê hat binçavkirin û hat berdan. Piştî dozger îdeaname amade kir û dadgehê qebûl kir. Roja danişîna dozê diyar bû. Danişîna doza 4 jê girtî 5 rojnamegeran dê di 2'ê Nîsanê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin.