Daneşîna doza Ozgur Gundemê hat dîtin 2021-02-16 11:55:49   STENBOL- Daneşîna doza 22 kesên 17 ji wan rojnameger in ku di encama serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hatibû girtin de hatin binçavkirin, hat dîtin.    Di sala 2026’an de polisan bi ser Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatiye girtin de girtibûn û 22 kesên ku 17 ji wan rojnameger bûn binçav kiribûn. Piştre bi sûcdariya “heqaret li peywirdarê cemaweriyê” û “astengkirina xebatê ya peywirdarên cemaweriyê” doz li her bîst û du kesan hatibûn vekirin. 8’emîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Rojnamegerên negirtî tên darizandin tevlî danişînê nebûn, tenê parêzerên wan li danişînê amade bûn.   Piştî destpêkirina danişînê parêzeran parastina muwekîlên xwe kir û destnîşan kirin ku têkildarî çêbûna sûc tu delîl û gotin tüne ne û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin.    Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê danişîn taloqî 22’ê nîsanê kir.