Parêzer Dîlşah Demîrcan: Edaleta derengmayî zilm e! 2021-02-12 11:30:46     MÊRDÎN - DMME'yê piştî 19 salan di derbarê doza N.Ç. ya di 12 saliya xwe de ji aliyê 24 kesan ve tecawizî wê hatibû kirin biryara xwe aşkera kir. DMME'yê di biryara xwe de diyar kir ku ji ber zaroka destdıröjî lê hatiye kirin ji aliyê berpirsyaran ve nehatiye parastin û mafên wê hatine binpêkirin, divê ji bo N.Ç. 28 hezar Euro tazminat were dayîn.  Parêzera Navenda Mafên Mirovan a Mêrdînê Dîlşah Demîrcan têkildarê mijarê axivî û got doz rexmê delîlan hat dirêjkirin û ani zıman ku edaleta derengmayi zilm e.   Li Mêrdînê di 2002'yan de hatibû diyarkirin ku jı aliyê 24 mêran ve tecawizi zaroka 12 sali N.Ç. hatibû kirin û fûhûş lê hatibû ferzkirin. Têkildarê buyerê 27 kes hatibûn girtin û di derbarê 28 kesan de bi sûcdariya “Tecawizî zaroka temenê wê di bin 15 salî de, revandin, xistina nava fihuşê û ji vê re bune sedem” doz hate vekirin. Daneşîna yekemin di 23’yê Sibata 2003’an de hatibû ditın û heta  meha Hezîrana 2003’an hemû bersûcên buyerê hatin berdan. Herî dawî di sala 2010’an de daneşîna biryarê hat dîtin û ji dervey 2 kesan cezayê herî kêm li bersûcan hat birîn. Li ser vê yeke N.Ç. û parêzerên wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dan. DMME'yê piştî 19 salan di derbarê doza N.Ç. ya di 12 saliya xwe de ji aliyê 24 kesan ve rastî tecawuzê hatibû biryar da. DMME'yê biryar da ku zaroka tecawizî wê hatiye kirin ji aliyê berpirsyaran ve nehatiye parastin û mafên wê hatine binpêkirin. Ji ber vê sedemê wê 28 hezar Euro tazminat ji N.Ç. re were dayîn.   Parêzera Komeleya Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê Dilşah Demîrcan têkildarê nêzîkatiyên dewleta Tirk ya derbarê buyerên destdirêjiyê de û têkildarê biryara DMME'yê de ji ajansa me re axivî.   ‘Tiştek veşartî nema’   Dîlşah di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser belavbûna buyerê û wiha got: “Her çiqasî daneşîna buyerê ji herkesi re girtî hat dîtin jî rojnamevanan di wê pêvajoyê de hemû agahî vekirî parve kirin. Dadgehê di derbarê vê de ewlehî negirt. Ango dadgeh jî bi hişmendiya ‘namusê’ tevidgere û gelek caran jî ev dibe sedem ku mexdûr bikeve rewşa bersûç û tecawuzkar ji dikeve rewşa mexdur. Ji ber nêzîkatiyên bi vê hişmendiyê û parvekirinên bi vê hişmendiyê hatine kirin N.Ç. ji aliyê civakê ve jî hate darezandin. Ev ji hertim bû sedema ku rewşa mexdur xirabtir bibe û pêvajoya tedawiya wê nebaş derbas bibe.”   ‘Dirêjkirina dozê suc e’   Dilşah wiha berdewam kir: “Doz demek dirêj hat berdewamkirin ku ev jî bandorek mezin li ser mexdur kir. Ger ku ev pêvajo dirêj bibe wê baweriya civakê bi dadê ji kêm bibe. Jixwe ji bo welatekî demokratik ev pêwist e. Ji ber ku di buyerên wisa de dema doz zêde dirêj dike, dibe sedem ku bersûc were efûkirin yan jî bêceza bimîne. Herwiha bersûc ji vê rewşê cesaretê digire. Ango di buyera N.Ç. de rexmê hemû delîl hebûn jî doz hat dirêjkirin. Di dozê de bi dehan caran dubare, dubare buyer ji N.Ç. hate pirsîn û xwestin bûyerê careke din zindî bikin. Ev hem bû sedem ku zarok bi dehan caran buyerê dubare bijî û bi vî rengî doz 5 salan hat biderengxistın. Têkildarê dirêjkirinê jî hênceteke wan jî tune bû.”   ‘Qanûn ji destpêkê ve hatin îhlal kirin’   Dilşah di berdewamiya axaftina xwe de biryara DMME’yê girt dest û wiha axivî: “Ji daneşîna yekem heta dawiya pêvajoya dozê mexdur û parêzerên wê ji aliyê bersûcan û malbata wan ve êrîş li an hat kirin û gef li wan hatin xwarin. Li ser vê yekê parêzeran daxwaza ewlehiyê kirin, lê ji aliyê şandeya dadgehê ve her carê ev daxwaz hate redkirin. Agahiyên di derbarê N.Ç. û malbata wê de bi awayekî vekirî ji çapemeniyê re hatin ragihandin. Di dema lêpirsînê de bêy ku derûnas an jî xebatkarên saziyên têkildar hebin lêpirsîna N.Ç. hat  kirin û jê zindîkirina buyerê hat xwestin. Di daneşînê de N.Ç. li pêşberî bersûcan hat sekinandin. Rexmê ku encam bi carekê re derdikevin bi dehan caran wê birin nexweşxaneyê ji bo muayeneyê. Temenê N.Ç. û delîlên heyî li ber çav nehatin girtin û weke ku daxwaza N.Ç. jî hebû didan nîşankirin. DMME'yê jî piştî rewşa heyî nirxand diyar kir ku mexdur cara duwem ji aliyê şandeya dadgehê ve hatiye mexdurkirin. Ji ber vê sedemê jî Tirkiye mehkimê dayîna tazmînatê hatiye kirin.”   ‘Divê gotina zarok esas were girtin’   Parêzer Dilşa biryara DMME'yê wiha nirxand: “Em weke Baroya Mardînê ya Parastina Mafên Mirovan dubare bi bîr tînin ku di buyerên bi vî rengî de pêwîst e gotina zarok an jî jinê esas were girtin. Ji ber mexdurên destdirêjiyê rexmê hemû gefên ji civakê werin serî li dadê didin. Dadgeh jî berpirsyare ku buyerê ronî bike. Ji ber ku buyer li pişt deriyên girtî tên kirin komkirina delîlan hertim zehmet bûye. Lê di vê rewşê de komkirina delîlan di bin berpirsyariya dozger de ye. Mijara din jî zarok ne di ferqa wateya destdirêjiyê de ne.  Ji ber vê yekê zarokek nikare di vê derbarê de derew yan ji bêbextî bike. Divê gotina wê were guhdarîkirin ü gotina wê esas were girtin. Ango pêwîste ev doz di dema xwe de werin biencamkirin. Ji ber ku edaleta derengmayî zilm e.”