Li aktivîsta derûdorê Faranak Cemşîdî ceza hat birîn 2021-02-10 15:25:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê li ktivîsta derûdorê Faranak Cemşîdî 4 sal cezayê girtîgehê birî.    Zext û girtinên Rejîma Îranê yên li ser kurdan didomin. Aktivîsta derûdorê Faranak Cemşîdî di 28'ê Hezîrana 2020'î de li Îranê hatibû binçavkirin û piştre bi kefaletê serbest hatibû berdan. Di 23'yê Çileyê de li bajarê Sinê li Dadgeha Şoreşa Îslamê rûniştina Faranakê hat dîtin.    Li gor agahiyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê  (KHRN) bi idiaya sûcê "endamtiya partiyên kurd ên muxalif" 4 sal ceza lê hat birîn. Hat diyarkirin ku piştî biryar di 2'yê Sibatê de hatiye teblîxkirin Faranak hatiye girtin.