Li jinên tevli 'Zincîra jiyanê' bûn doz hat vekirin 2021-02-04 14:48:42   ENQERE - Derbarê 33 jinên ku di nav wan de nûçegîhana MA'yê Eylem Akdag jî heye ku tevli çalakiya "Zincîra jiyanê" ya Platfrma Jinan a Enqereyê bûn doz hat vekirin.   Derbarê 33 jinên ku di nav wan de nûçegîhana Ajansa Mezopotamya yê (MA) Eylem Akdag, Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk, endama OHD'ê Parêzer Arzu Kurt, ji Koma Hiqûqa Civakî Parêzer Sevînç Hocaoglu jî hebûn de ji ber ku di 12'ê Tebaxa 2020'î de tevli daxuyaniya ji bo "Peymana Stenbolê" bûn doz hat vekirin.    Îdanameya dozê ji aliyê 28'emîn Dadgeha Aslye ya Enqereyê ve hat qebûlkirin û daneşîna 1'emîn a dozê wê di 7'ê Hezîranê de li 28'emîn Dadgeha Cezayê Esliyê ya Enqereyê bê dîtin.