Yekemîn daneşîna doza çawişê pispor dê sibê bê dîtin 2021-02-01 09:03:02     ŞIRNEX - Çawişê pispor Aslan A. yê li Şirnexê li hemberî zarokekê êrişa zayendî pêk anîbû,  bi sûcdariya “îstismara zayendî ya li hemberî zarok” û “gefxwarina bi çekê” dê sibê yekemîn daneşîna doza wî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Şirnexê bê dîtin.   Li navenda Şirnexê, Çawîşê Pispor Aslan A. yê li 1’emîn Tûgaya Kumando ya Leşkerî erkdar e, di 14’ê Tirmeha 2020’î de li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk anîbû. Li ser qêrîna zarokê, kesên li der û dorê çûbûn cihê bûyerê bûyerê, zarok xilas kiribûn û çawîşê êrîşkar jî girtibûn teslîmî polîsan kiribûn.  Aslan A. yê hat binçavkirin piştî li Midûriyeta Polîsan îfade da şûnde sewqî Edliyeya Şirnexê hatibû kirin. Dozgerê îfadeya Aslan  A. girt, bi sûcdariya “Êrîşa zayendî” û “Bi çekê gef xwariye” bi daxwaza girtinê ew sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Şirnexê kiribû. Dadgehê di 15’ê Tirmeha 2020’î de derbarê Aslan A. de biryara girtinê da û şandibû girtîgehê.   Cih dan dîmenan   Derbarê çawişê pispor Aslan A. yê lêpirsîna wî berdewam dikir piştî bûyerê bi 6 mehan îdaname hat amadekirin. Di îdanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat amadekirin de dîmenên kêliya êrişê û bi awayekî hûrgilî qewimînên piştî êrişê ku hatine vegotin cih girtin. Di îdanameyê de bi sûcdariyên “êrîşa zayendî ya li hemberî zarokê” û “gefxwarina bi çekê” ji bo çawişê pispor Aslan A. heta 17 salan ceza tê xwestin.   Yekemîn daneşîna dozê sibê ye   Îdanameya ku hat amadekirin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Şirnexê ve hat qebûlkirin. Yekemîn daneşîna dozê dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Şirnexê bê dîtin.