Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da 2021-01-29 14:06:13   STENBOL - Dozger di danişîna Berkîn Elvan de biryara xwe eşkere kir û xwest polîs Fatîh Dalgali were cezakirin.    Di çalakiyên Parka Geziyê de Berkîn Elvan bi fişeka gazê ku ji serê xwe xwaribû jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna doza kuştina Berkîn Elvan li Dadgeha Cezayê Giran a 17’emîn a Çaglayana Stenbolê pêk hat. Dayik û bavê Elvan û parêzer di danişînê de amade bûn. Gelek kesan jî danişînê şopand. Şandeya dadgehê ya nû hatibû tayînkirin beşdar nebû û şandeyek dadgehê ya demkî dozê birêve bir.     Danişînê bi xwendina ewraqan dest pê kir û parêzerê malbatê Can Atalay parastinê kir. Can destnîşan kir ku ew dixwazin serokê dadgehê jî dozê vekişe û heke li vî welatî rêveberî ewqas mudaxileyî darazê bike tu edalet ji wê dernakeve. Can got ew ê paşê têkildarî esasê parastina xwe bikin.    Piştî parêzer Can, dozger mutalaya amade kiribû xwend û pêşkêşî dadger kir. Dozger xwest polîsê bi navê Fatîh Dalgali yê Berkîn Elvan kuştiye ji sûcê “bi qisûra zaneyî kes kuştin” were cezakirin.  Piştî xwendina mutalayê Fatîh Dalgali bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û ji bo parastina li dijî mutalayê wext xwest.    Dadgehê daxwaza wext qebûl kir û danişînê taloqî 18’ê hezîranê kir.   Piştî danişînê parêzer û malbatê li ber edliyê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku ew edaletê dixwazin û heta kujer li derve bin ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.