Ayşe Gokkan şandin girtîgehê 2021-01-28 15:11:13     AMED - Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan piştî biryara girtina wê birin edliyê û biryara girtina wê li pêş çavên wê hat xwendin birin girtîgehê.    Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, pişît daneşîna doza wê ya bi îdaya "Rêbertiy rêxistinê" û "endamtiya rêxisitnê"  ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dtîin û derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn duh berê êvarê hatibû binçavkirin.    Ayşe ya ku ji duh de li muduriyeta polîsan dihat giritn, vê sibehê biribûn edliyê.    Daneşîna doza Ayşe li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.   Piştî navberê heyeta dadgehê biryara girtina Ayşeyê xwend û ew şand Girtîgeha Jinan a Amedê.