Derbarê nûçegîhana MA'yê Zeynep Durgut de biryara neşopandinê 2021-01-28 11:14:01   ŞIRNEX - Nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut dema li navçeya Basayê nûçe dişopand hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan. Lêpirsîna derbarê wê de hatibû destpêkirin bi biryara neşopandinê bi encam bû.    Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut dema di 8’ê Cotmeha 2020’î de ji bo şopandina nûçeyê çûbû navçeya Basa ya Şirnexê, cendirmeyan ew li navçeyê binçavkiribûn. Lêpirsîna derbarê Zeyenp de bi sûcdariya “Daneyên kesayetî, derveyî hiqûqê bi dest xistine û belavkirine” hatibû destpêkirin bi neşopandinê bi encam bû.    Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, diyar kir ku di girteka ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a navçeyê ve hatibû amadekirin de dîmenên di kamera de hatine dîtin ne sûc in û ji ber vê yekê biryara neşopandinê da.