Rûniştina Rojnameger Dûrket Suren hat taloqkirin 2021-01-25 11:21:39   AMED - Rûniştina Rojnameger Dûrket Suren a li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin taloqî 26'ê Nîsanê hat kirin.    Bi îdiaya Rojnameger Dûrket Suren li ser twittirê parvekirin kiriye, hejmarên qedexe yên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê firotiye bi sûcê "Alîkariya bi zaneyî ya ji bo rêxistinê","Propagandaya rêxistinê" li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hat vekirin. 5'emîn rûniştina dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzer Resûl Temûr, Yusuf Erdogan amade bûn. Dûrketê beşdarî rûniştinê nebû.    Di rûniştinê de hat dîtin ku hîna kêmasiyên di dosyeyê de nehatine temamkirin. Şandeya dadgehê jî, ji bo bendemayîna rapora materyala dîjîtalê ku bikeve dosyayê biryar da û rûniştin taloqî 26’ê Nîsanê kir.