Dadgehê ewil gumanbar bi qisûr dît dawî ceza daxist 2021-01-25 09:09:10   AMED - Zîlan Yamankiliç û du kesên din di encama lêketin wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo gumanbar polîs Burhan Kolbaşi hinceta cezayê pere hat aşkerakirin. Dadgehê di biryara bi hincet de, gumanbar bi qusur dît û her wiha cezayê wî daxist.   Li Licê di 19’ê Hezîrana 2017’an de mînîbusa diçû Amedê, bi wesayîta zirxî ya ji hember dihat ve li hev qelibî û di encamê de xwendekara dibistana seretayî ya diçû pola 4’an Zîlan Yamankiliç, ajokarê mînîbusê Remzî Menteşe û rêwî Îlhan Ayaş jiyana xwe ji dest dabûn.Ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdianame hat amadekirin û ji sûcê ‘ ji teqsîrî bûye sedema mirina ji yekî zêderê’ ji 2 salan heta 15 salan ceza hat xwendin û runiştina biryarê di 15’ê îlona 2020’an de li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ji bo gumanbar 4 sal û 2 meh ceza hat dayîn û ev ceza vegerandin cezayê pere ya 45 hezar û 600 TL.   Dagehê ewil ceza da piştre jî xelat kir   Dadgehê der barê gumanbar Burhan Kolbaşi de ji sûcê ‘ji teqasîrê bû sedema mirina ji yekê zêdetirî’ û ji ber zirara derketiye holê û hejmara mexduran li ber çavan hat girtin û 5 sal ceza hat xwendin. Heyetê paşeroja gumanbar li ber çavan girt, poşmaniya di pêvajoya darizandinê de li ber çavan girt û ceza daxist 4 sal û 2 mehan. Lê ev ceza veguhertin 45 hezar û 600 TL.