Li aktivisti TJA'yê Fatma Gul 7 sal û 6 meh ceza birîn 2021-01-22 14:41:05     AMED - Li Aktîvîsta TJA'yê Fatma Gul, bi hihinceta di nav TJA, KJA û KCD'ê de xebitiye 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn.      Daneşîna biryarê ya doza ku aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Gul jê bi hinceta xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) û Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) meşandine û bi îdaya "endama rêxistinê"  jê dihat darizandin, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Fatma ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê hat kirin, parêzerên wê Bahar Otay, Derîde Yalçin û Şivan Cemîl Ozen jî li daneşînê amade bûn.    Dozgerê ku mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir, li ser îfadeyên şahidên nepen, bi hinceta ku di nava TJA, KJA û KCD'ê de xwebat dane meşandin û "endamtiya rêxistinê" ji bo Fatmayê ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza xwest.    'Min di çarçoveya têkoşîna jinan de xebat meşandin'   Patma ya ku bi rêya tercûman bi kurdî parastina xwe kir, diyar kir ku ew tevli mutalaya dozger nabe û sûcdariyên derbarê wê de hatin kirin red kir. Fatma diyar kir ku ew aktîvîsteke jin e û ji ber vê di çarçoveya xebatên jinan de di nav KCD, TJA û KJA'yê de cih girtiye. Fatma xwest ku rewşa wê ya tendirustî û girtî li ber çavan bê girtin û tahliyeya xwe xwest.    'KCD platformeke sivîl e'   Parêzera Fatmayê Ferîde Laçîn jî diyar kir ku ew tevli mutalay dozger nabin, KJA û TJA komeleyên jinan e û muwekîla wê jî li van komeleyan wekî aktîvîsta jin xebitî ye.  Ferî de got ku KCD jî platformeke sivîl e û gelek saziyên sivîl di nav de cih girtine û xebat meşandine.  Ferîde anî ziman ku ew îfadeyên kesên nepen qebûl nakirin û beraeta muwekîla xwe xwest.    Parêzer Bahar Oktay jî got ku KJA, komeleyeke qanûnî ye û ji bo vê komeleyê delîlekî ku vê komeleyê sûcdar nîşan bide tune ye. Baharê jî xwest ku muwekîla wê bê berdan.    Parêzer Şivan Cemîl Ozen jî got ku DMME'yê jî di biryara ku ji bo Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de daye diyar kiriye ku KCD platformeke sivîl e û divê ev biryar li ber çavan bê girtin.   'Cezayê girtîgehê hat dayîn'   Dadgehê piştî navbereke kurt bi îdaya "endamtiya rêxistinê"  7 sal û 6 meh ceza li Fatma Gul birî û diyar kir ku ji ber gûmana  revê heye xwest ku rewşa wê ya girtî bidome.