Îtîraza ji bo berdana Melek Îpek hat kirin red kirin 2021-01-18 15:15:45   ANTALYA - Îtîraza ku ji bo berdana Melek Îpek a ku li hemberî Ramazan Îpek parastina xwe kir û ew kuşt hat kirin red kirin.   Li navçeya Doşemealtiya ya Antalyayê Melek Îpek li dijî Ramazan Îpek ê ku îşkence lê kir xwe parat  û ew kuşt. Melek a ku piştî bûyerê di 9'ê Çileyê de derxistin dadgehê û hat girtin, parêzerên wê ji bo ku Melekê bê berdan li 1'emîn Dadgeriya Sulh Ceza ya Antalyayê bi daxwaznameyekê îtîraz kiribûn.   Dadgeriya ku daxwazname kontrol kir îtîraza hat kirin red kir.