Doza Dayika Aştiyê Hevlet Oncu hat taloqkirin 2021-01-14 16:26:29     MÊRDÎN - 6'emîn danişîna endama Dayikên Aştiyê Hevlet Oncu ku di pêvajoya greva birçîbûnê de tevlî daxuyaniyê bibû hat dîtin. Şandeya dadgehê doz taloqê 25'ê adarê kir.    Di 20'ê nîsana 2019'an de li Qosera Mêrdînê ji bo balkişandina ser greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek hatibû dayîn. Endama Dayikên Aştiyê Hevlet Oncu jî tevlî daxuyaniyê bibû. Polîsên ku êriş bir ser daxuyaniyê Hevletê li erdê kaş kiribûn û piştre jî binçavkiribûn. 6'emîn danişîna doza Hevletê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.   Heyeta dadgehê, bi hinceta ku divê kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin doz taloqê 25'ê adarê kir.