Fîgen Yuksekdag: Hûnê di bin dîrokê de bimînin 2021-01-10 16:40:12     ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, derbarê îdîanameya di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" hat amadekirin de, wiha got: "Hûn çi dibêjin bêjin, hûn çi dikin bikin, Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokî ye. Hûnê dibinê wê dîrokê de bimînin."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî, derbarê îdîanameya di çarçoveya "Lêpirsîna Kobanê" hat amadekirin de, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da. Fîgenê, di parvekirina kir de, wiha got: "Îdîanameya Kobanê hatiye aşkerekirin. Hûn çi dibêjin bêjin, hûn çi dikin bikin, Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokî ye. Hûnê dibinê wê dîrokê de bimînin. Em li ku derê dibin bila bibin, çi ji derve, çi jî li hûndir, wê hilma me ya mafdar her tim li ser patika sûcdaran be."