Derbarê kesê dijûn li Leyla Guven kir de biryara 'bêşopandinê' dan 2021-01-07 10:26:50   ŞIRNAK - Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê giliyê li kesê dijûn li Leyla Guven kir de biryara 'bêşopandinê' da.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Leyla Gûven, li ser medya civakî hin tişt parvekiribûn û di beşa şîroveyan de derbarê van parvekirinan de, di 13’ê Îlonê 2019’an de ji aliyê kesekî ve dijûn hatibûn kirin. Leyla bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Amedê li kesê dijûn kirin gilî kiribû.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê giliyê Leylayê kirbû de biryara bêşopandinê da.   ‘Me 300 carî gilî kiriye’   Parêzer Hakzan Sadak, derbarê mijarê de axivî û got: “Derbarê heqaretên ku li muwekîlên me tên kirin em herdem gilî dikin lê tu encam ji giliyên em dikin nayê girtin. Ji ber nasnameya xwe ya siyasî li muwekîla me heqaret hat kirin, Lê meqamê îdîayê got ev nayê tu wateyê û biryara bêşopandinê da. Ev pêkanîn tenê li dijî keskê an jî kesekî nayên kirin, carna jî tê gotin ku nasnameya kesên sûcdar nehatiye diyarkirin û xwe negihandine wan kesan. Ji ber vê yekê biryara bêşopandinê didin. Lê  em ê rêya darazê heta dawiyê bi kar bînin û îtîrazên xwe bikin. Ji ber heqaret li mûwekîla me Leyla Gûven bi rêya platforma medyaya civakî hatiye kirin heta niha me 300 carî gilî kiriye. HHîn serlêdanên me bi biryara bêşopandinê bi encam bûn. Li aliyekî jî lêpirsênên tên despêkirin jî giran tên meşandin.”