Dayika Aştiyê Remzîye Erden nehat tehliyekirin 2021-01-06 11:42:54   DÎLOK - Li Dîlokê di danişîna ewil a doza ku 18 kes jê girtî 29 kes tên darizan de 11 siyasetmedar hatin berdan. Dayika Aştiyê Remzîye Erden jî nehat tehliyekirin.   Li Dîlokê di 14’ê Tîrmeha 2020’an de bi ideaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kirinê” gelek endam û rêveberên HDP’ê, DBP’ê, SYKP’ê, ÎHD’ê, Komeleya 78’an, Meclîsa Dayikên Aştiyê û endamên Meclîsa Şaredariya Dîlokê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û pişt re ji 29 kesan 18 kes hatibûn girtin. Danişîna ewil a doza derbarê 18 jê girtî 29 siyasetmedaran de hat vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Dîlokê hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, malbat û rêveberên partiyên navborî beşdarî danişînê bûn.    Di danişînê de ji siyasetmedaran pirsên “Tu tevlî cenazeyê Ayten Beçetê bûyî? Tevlî Konferansa Jinan a Amed û Enqerê ya Meclîsa Jinan a HDP’ê bûyî? Tevlî mitînga li Amedê hatibû lidarxistin bûyî? Delegeya/ê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) yî?” û xebatên siyasî yên pêvajoya hilbijartina 31’ê Adara 2019’an, daxuyaniyên çapemeniyê û civînên li avahiya partiyê hatine lidarxistin hatin pirsîn.   Siyasetmedarên ku parastinên xwe kirin diyar kirin ku xebatên wan yên siyasî, serdanên malbatan û civînên ku li avahiya partiya xwe kirine ne sûc in û bingeheke hiqûqî ya sûcdariyan tune ye. Siyasetmedaran da zanîn ku xebatên wan nikare weke sûc werin hesibandin, xebatên ku bi rê ve dibin di çarçoveya qanûnan de ne û xwestin werin berdan.    Parêzeran jî diyar kir ku îdeanameya ku hatiye amadekirin siyasî û alîgir e, xebatên siyasetmedaran di bingeha hiqûqî de ne. Parêzeran xwest ku girtina demdirêj li ber çav were girtin û muwekîlên wan bên berdan.   Piştî navbera hat dayîn şandeya dadgehê derbarê Abdullah Acar, Prz. Adnan Erol, Alî Şîmşek, Cuneyt Kara, Omer Sûngûr, Sevînç Selçûk, Songul Koçdag, Recaî Yilmaz, Enver Ozmen, Îbrahîm Dag û Remziye Kûş de biryara berdanê da.   Şandeya dadgeha biryara dewama girtina Dayika Aşitiyê Remziye Erden, Mûsa Aydin, Bahrî Yariş, Hasan Saran, Mehmet Avşar, Hûrşît Besle û Îsa Aslan da û danişînê taloqî 19’ê Sibatê kir.