Îtiraza li dijî girtina Leyla Guven nehat qebûlkirin 2021-01-05 13:35:59   AMED - Îtiraza li dijî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven hat kirin nehat qebûlkirin.    Îtiraza parêzerên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî girtina wê li dadgehê kirin nehat qebûlkirin. Îtiraza ku parêzeran li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran kiribûn di cih de nehat dîtin. Dadgehê bi hinceta biryara cezayê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran hatiye dayin di cih de ye îtiraz qebûl nekir.