Dayika Aştiyê Durî Kaygusîz tehliye nekirin 2020-12-29 09:29:32   DÎLOK - Doza ku 61 siyasetvanên ku di nava wan de Hevserokên berê yên HDP û DBP’ê jî hebûn 2’ yemîn danişîna wê de 2 kes hatin berdan lê endama Dayikên Aşityê Dûrî Kaygusuz nehat tehlîyekirin.    Doza ku 61 siyasetvanên ku di nava wan de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî hebûn 2’yemîn danişîna wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê hat dîtin.   Dayika Aştiyê Durî Kaygusuz, Cengîz Tuç û Azîme Bali yên ku bi heman dosyayê dihatin darizadin bi sîstema SEGBIS’ê beşdarê danişînê bûn. Di daneşînê de 2 kes hatin berdan lê Dayika Aştiyê Durî Kaygusuz nehat tehlîye kirin.   Daxwaza tehlîyê hat kirin   Siyasetmeder di parastina xwe de daxwaza berdana xwe kirin û gotin wan tu tiştekî wek sûc bê hesibandin nekiriye û tiştên ku ji wan tê spartin jî di çarçoveyeke hiqûqê de hatiye kirin û ev xebatên ku hatine kirin jî yên partiyê ne.    Dayika Aştiyê Durî ya ku li girtîgeha Tîpa M a Êlihê de girtîye parastina xwe bi zimanê kurdî kir. Durî ya ku 61 salî ye û tevê vê gelek nexwaşî pê re hene di parastina xwe de wiha got: "Ez gelek nexweşim. Çavên min nabînin. Min tu sûcek nekiriye. Kurê min di greva birçîbûnê de bû. Ez wekî dayikek tevgeriyam." Parêzera Duriyê Bêrîvan Ozalp hemû îdîayan red kir û daxwaza berdana wê kir.   Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê biryara serbestberdana Bîrcan Demîr û Cengiz Tuç da. Heyetê derbarê Abdullah Înce, Cuma Alî Taşçi, Îsmaîl Berkpinar, Mehmet Ozkan, Mûslûm Kiliç, Selman Tutumlu, Tahîr Altug, Guler Erat, Azîme Balî û Dayika Aştiyê Dûrî Kaygusuz de biryara tehliye nekirinê da.    Danişîn talûqê 19'ê sibatê hat kirin.