Ji bo du endamên Komeleya Jinan a Rosayê ceza birîn 2020-12-23 15:52:44   AMED - Li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daneşîna dozên endamên Komeleya Rosayê ya Jinan Gulîstan Nazlier û Sevîm Çoşkun ku cuda cuda dihatin darizandin hatin dîtin.    Danişîna biryarê ya doza ku Gûlîstan Nazlier a ku di çarçoveya endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê de dihat darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gûlîstanê beşdarê danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Temûr li daneşînê amade bû.    Di danişînê de meqama îdîayê di mütalaaya xwe de ji ber îdîayên wek “ Endamtîya Rêxistinê”, giliyên şahida veşartî, beşdarbûna çalakîyan, belgeyên ku di mala wê de hatine bidestxistin û ji ber endamîtîya wê ya KJA. TJA û Komeleya Jinan a Rosayê û axafrtina wê ya bi telefonê daxwaza giritna wê kir.    Giliyên şaida veşartî rêzber in’   Parêzerê Gulîstanê Resûl Temur jî di danişînê de bilêvkir ku belgeyên şahida veşartî Ezhelê ne şênber in û navnîşna wê jî di van belgeyan de tune ye. Herwiha nayê zanîn ku çend kes hatine teşhîskirin û ev komeleyên ku muwekîla wî ji endamtiya wan tê darizandin jî ne îlegal in û daxwaza berdana miwuekîla xwe kir.   Lijneya dadgehê piştî navbereke kurt, bi îdaya “ Endamtîya Rêxistinê” li Gulîstanê 6 sal û 3 meh ceza birî.   Li Sevîm Coşkun ceza birîn   Danişîna biryarê ya Sevîm Çoşkun a ku di çarçoveya endamtîya Komeleya Jinan a Rosa de dihat darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Sevîm ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS'ê beşdarê danişînê bû. Parêzerê wê Halîl Îbrahîm jî ji bo parastinê li daneşînê amade bû.    Meqamê îdayê daxwaza ceza kir   Meqema Îdîayê di mütala xwe de, ji ber îdîayên wek beşdarbûna çalakiyên ku li dijî operasyonên Tirkîyeyê yên li Bakurê Sûrîyeyê, piştgirîdayîna girevên birçîbûnê, beşdarbûna çalakîyên HDP’ê û ji ber îdîya “Endamîtîya rêxistinê” daxwaza berdewamîya girtina Sevîmê kir.    'Îdîayên tên kirin ne şênber in'   Parêzerê Sevimê Îbrahîm Erdogan bilêvkir ku ew îdîayên tên kirin qebûl nakin û çalakîyên ku Sevîm beşdarî wan bûye jî hemû qanûnî ne û ne sûc in. Herwiha parêzer diyar kir ku miwekila wî bi îdaya endamtîya komeleyan hatîye binçavkirin lê di van îdîanameyan de jî di derheqê beşdarbûna wê ya van çlalakîyan de tu delîlekî şênber tune ye û daxwaza beraeta Sevîmê kir.   Sevîm li gel cezayê hat tehliyekirin    Dadgehê piştî navbereke kurt bi îdîaya “ Endamtîya rêxistinê” ji bo Sevimê 7 sal cezayê girtîgehê û ji ber dijîyatîya polêsan jî 18 meh ceza birî û biryara tahliyekirina wê da.