Ji bo Hevseroka Şaredariya Karazê 9 sal ceza 2020-12-14 14:25:55   AMED - Ji bo Hevseroka Şaredarîya Karazê Rojda Naziler ku şuna wê qayim hatibû tayînkirin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê”  9 sal ceza hat dayîn.    Hevseroka Şarederîya Karazê Rojda Nazlier, piştî ku şûna wê qayim hat tayinkirin hatibû girtin. Danişîna Rojda li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rojda beşdarî danşînê nebû lê parêzerên wê Resul Temur, Diyar Ruknetîn Çetedir û Baver Mizrak beşdarî danaşînê bûn. Bi hinceta danişîna veşarî kesên ku xwestin çavdêriyê bikin jî nehiştin beşdarî daneşînê bibin.     Parêzer Baver Mizrak bi lêv kir ku muwekîla wan ji ber emeliyatê beşdarî danişînê nebûye û ji ber wê jî ew naxwazin li hember mûtalayê parastina xwe bikin. Her wiha ji bo ku dosya bê berfirehkirin û lêkolîn li ser bê kirin daxwaz li dadgehê kir. Dadgehê ev xwestekên Parêzer nepejirand û biryara danişîna veaşartî da.   ‘Gotinên şahidê veşartî li dijî zagonan e’   Meqamê Îdayê ku di celseya pêşîn de jî heman gotinên xwe pêşkeşê dadgehê kir, dîsa bi heman îdîaya Rojda “ endama rêxistinê ye” daxwaza girtinê kir.   Parêzer Resul Tîmur di parastina xwe de li dijî van gotinan derket û got ku axaftina şahida veşartî ne li gor zagonê ye. Her wiha got: “Delîlên ber destan ji bo girtina Rojda kêm in, loma vî tiştî wek lêpirsîneke hiquqî nabînin; ev operasyoneke sîyasî ye.”     ‘Delîlên şênber tune ne’   Parêzer Baver Mizrak jî bal kişand ser vî tiştî ku ji ber ku bandora hilbijaartinê li ser Partîya Demokratîk a Gelan  (HDP) heye, Rojda  bi îdîaya “endamtîya rêxistinê” tê darizandin û her wiha şahidiya kesan jî ne zagonî ye. Ji bilî van şahidan jî di dosyayê de tu tiştekî şênber tune ye lewma jî divê Rojda bê berdan.   Lijneya Dadgehê ji bo Rojda Nazîl bi îdîaya “ entamtîya rêxistinê” 9 sal ceza da.