Dadgehê derbarê doza êrîşa zayendî de biryara beraetê da 2020-12-11 14:16:06   MÊRDÎN - Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di sala 2018'an de 3 zarokên ku xizmên zarokekî bûn li dijî wî êrîşa zayendî pêk anîn. Dadgehê zarokên êrîşkar beraet kirin.    Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di sala 2018'an de di meha çileyê de hatibû diyarkirin ku 3 zarokan zarokek di serî de derb kirine û piştre jî êrîşa zayendî lê kirine. Piştî lêpirsîna ku li ser giliyê zarokê ku êrîşî wî hat kirin de hat destpêkirin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê zarokên gilî li wan hat kirin de îdaname amade kir û xwest ku her sê zarok bên darizandin.      Daneşîn biryarê ya dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.    Parêzerên zarokên ku suc li wan hat ferzkirin tevli daneşînê bûn û zarokek jî ji GIrtîgeha Tîpa T a Sêwreka Rihayê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû.   Ji ber ku heyeta berê ya dozê guherîbû girtekên berê hatibûn girtin hatin xwendin.   Zarokê ku sûc lê hat ferzkirin lêdana ku li zarok kirine piştrast kir, lê tawanbariya êrîşa zayendî qebûl nekir. Zarokan beraeta xwe xwest.   Ji êrîşa zayendî beraet kriin   Heyeta dadgehê, ji sucê "êrîşa zayendî" zarok beraet kirin û ji sûcê "bi qestî birîndarkirinê" jî ji bo her zarokekî sal û mehek cezayê girtîgehê da. Ji ber ku temenê tawanbaran di bin 18 salî re bû ceza hat daxistin û ji bo her zarokekî 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hat dayîn.   Herwiha heyetê piştre cezayê girtîgehê jî veguherand 5 hezar û 200 TL cezayê pere.