Fîgen Yuksekdag: Li dadgehan lîstika hiqûqê tê lîstin 2020-12-10 13:57:38   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, di danişîna dozê de diyar kir ku li dadgehan lîstika hiqûqê tê lîstin û wiha got: “Me mecbûr dikin ku em jî tevlî vê lîstikê bibin. Ji bo ku em darizînin em derketin dadgehê."     20'emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk ka Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin, li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Fîgen li Girtîgeha Tipa F a Kandirayê ku girtî tê darizandin bi rêbaza vîdeo (SEGBİS) tevlî danişînê bû. Dîsa parêzerê Fîgen jî amade bûn. Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Murat Çepni û Remziye Tosun jî tev li danişînê bûn. Fîgen, bi îdeaya "rêveberiya rêxistinê" "propagandaya rêxistinê", "muxaletefiya civîn û xwepêşandanan" û "Gel teşwîkî kîn û nifrînê kiriye" tê darizandin. Doza Fîgenê ji 7 fezlekeyên cuda pêk tê. Derbarê Fîgenê de 92 rûpel îdeaname amade kirin û ji 30 salan heta 83 salan cezayê girtîgehê dixwazin.    Fîgen ku bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû, parastina xwe kir û got: “Dosya ji pêvajoya pir dijwar hat heta vê astê. Tişta ez dixwazim bêjim zextên li zer darazê ye. Daraz bi mekanîzmayê îqtîdarê tê rêvebirin. Duh Serokomar bi awayekî ku raste rast mudaxaleyî dosyaya me bike daxuyanî da. Bi şiklê qala Selahattin bike got ‘Em nikarin mafê wî biparêzin. Ji ber ku ew terorist e. Em destûr nadin rê li pêş wî bê vekirin' û ferman da dadgehê. Mudaxaleyî darazê kir. Em di 4 salan de bi gelek mudaxale û operasyonan re rû bi rû man. Dadgeh êdî li gorî fermana îqtîdarê tev digerin. Em derdikevin danişînê gotinên xwe dibêjin.    'Biryarê ji îqtîdara siyasî girtîne'    Fîgen, li ser gotina dawî ya Erdogan rawestiya û wiha lê zêde kir: "Erdogan herî dawî dîsa em wekî “terorist” îlan kirin. Darizandina me bi zextên siyasî tên kirin. Daxuyaniya Erdogan carek din ev yek îspat kir. Sedema vê yekê pir aşkere ye. HDP, Selahattin Demirtaş, Fîgen Yuksekdag û Hevserok raqîbê herî mezin ê Erdogan in. Raqîbê herî mezin ên AKP'ê ne. Tenê wekî raqîb nabîne, wekî dijmin û objeya nifrînê dibîne. Li dijî 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku doza me lê dê dîtin operasyon hat kirin. Operasyona duyemîn jî ev e. Bi kirasê hiqûqê operasyon kirin. Dadgehek din dest datîne ser ewraqê dadgehekê. Zêdeyî 300 dosya dozê hene. Bêyî ez li hundirê van dosyayê dozê binerim û ez hatim. Bi biryara 2’emîn Dadgeha CezayêSulhê. Pir aşkere ev biryar ji îqtîdara siyasî girtine.    'Li hemberî heq û hiqûqê êriş dikin'    Fîgen, herî dawî anî ziman ku wê daxwazname ji îdareyê re nivîsîye û wiha bi dawî kir: "We helbestên min birin temam. Lê we dosyayê min ê dozê jî desteser kirin. Di biryara lêgerînê de sînorek nehatiye danîn. Ev êrîşa li dijî hemû heq û hiqûqa welatekî û civakekê ye. Ev êrîşek rezîl e. Di bin van operasyonan de hin kes li Tirkiyeyê lîstika hiqûqê dilîzin. Me mecbûrî tevlêbûna vê lîstikê dikin. Me mecbûr dikin ku em jî tev li vê lîstikê bibin. Ji bo ku em darizînin em derketin dadgehê. Îqtîdar biryarên Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tune dihesibîne. Me dîwar û bendên li pêş xwe xera kirin û em hatin. Em ê dîsa xera biki nû em ê dîsa bên. Ji ber ku em mafdar in."    Piştî axaftina parêzera Fîgenê Ezgî Gungordu, heyeta dadgehê 20 deqîqeyan navber dan danişînê. Piştre jî biryara taloqkirina danişînê hat dayîn. Danîşin dê 24'ê sibata 2021'an dê bê dîtin.