'Jina ku tundî lê tê kirin gilî dike lê nayê parastin' 2020-12-10 09:19:16   ENQERE - Li gorî daneyên di ajnasa me de hatin weşandin, tenê di meha Mijdarê de 30 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkriin û 8 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.  Parêzer Îlke Işik a ku derbarê mijarê de nirxandin kir got, "Mekanîzmayeke cemaweriyê ku jinan biparêzer divê. Jina ku tundî lê tê kirin gilî dike lê nayê parastin."   Bi taybetî di serdema pandemiyê de tundiya mêr li hemberî jinê zêde bû. Parêzer Îlke Işik, diyar kir ku ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê roj bi roj hejmara  jinên tên qetilkirin zêde dibe û gotinên îqtîdarê jî tundiya mêr zêde dikin.    Îlkeyê, anî ziman ku ji ber polîtîkayên dijminên jinê ku ji aliyê îqtîdarê ve tên pêşxistin mêr her ku diçe tê bihêzkirin û wiha berdewam kir, "Li vî welatî tu jin nikarin bibêjin 'em li welatekî azad dijîn û li jinê tundî nayê kirin'. Tişta bê kirin divê rayedarên deweltê bizanibin ku ew ê çawa tundiya li jinan tê kirin bi dawî bikin û ji bo vê ewlehiya pêwist bigirin.  Sererastkirinên qanûnî jî nayên pêkanîn. Qirkirina jinan ku li gel biryara parastinê heye tê kirin, aşkere dike ku qanûna 6284 nayê pêkanîn. Me sala 2020'î bi niqaşên li ser Peymana Stenbolê ku tê xwestin ji holê bê rakirin derbas kir. Ew mabû ku qanûnê bi biryara meclisê ji holê rakin. Lê têkoşîna jinan li hember vê bû asteng.  Daneyên Mijdarê jî encamên van pêkanînan e."   'Jina ku tundiyê dibîne gilî dike lê nayê parastin'   Îlkeyê diyar kir ku divê mekanîzmayên jinan ji tundiyê biparêzin bikevin dewerê û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Jinên ku tundî li wan tê kirin û yên hatine qetilkirin gelekên wan gilî kirine lê li gel giliyê ku kirine jî nehatine parastin. Wezareta Malbatê stargehan ji bo jinan venake û ji bo ku jinan biparêze tu tiştî jî nake. Şaredarî jî tu stargehan venakin. Jinên ku diçin li qereqolan gilî jî dikin ji bo wan tu çareserî nayê dîtin û korî poşman li mala ku tundiyê dibînin tên vegerandin. Pêdiviya me bi mekanîzimanyên ku jinan biparêzin heye. Jina  ku tundiyê dibîne gilî dike lê nayê parastin. Jina ku li malê tundî lê tê kirin dixwaze ji wê malê derkeve. Lê ji ber ku cihekî pêde biçe tune ye dîsa tê wê malê."    'Em bi zayendperestiyek tund re rûbirû ne'   Îlkeyê destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên AKP'ê yên ku 18 sal e pêş dixe li her derê zayendperestî pêşve çûye û axaftina xwe wiha berdewam kir, "Bi polîtîkayên ku pêş dixin naxwazin ku jin wekî kes bê dîtin û her wekî keç, hevjîn û xuşka mêrekî tên dîtin û tişta herî girîng jî ew e ku dibêjin 'hun û mêr nikarin bibin wekhev û em tu polîtîkayên wekheviyê nikarin pêş bixin'. Van hemû pêkanînan mekanîzmayek zayendparêz dan avakirin. Ji ber wê ye ku ne daraz û ne jî tevgera edalê ne xweser in. Em jin li hemû qadan bi zayendparêziyek tund re rûbirû ne. Kesên ku qanûnan çêdikin û meclis jî zayendperest in.  Em jinên parêzer bi salan e dixwazin mijara ku divê ceza neyê kêmkirin vebêjin. Ger ku li jinê tundî hatiye kirin divê bê dîtin û ger ku tecawizî jinê hatibe kirin jî divê kesê tecawiz kiriye sûcdar bê dîtin.  Ji ber wê divê cezayê bê dayîn neyê kêmkirin."   'Necezakirin cesaretê dide'   Îlkeyê diyar kir ku peragala baviksaler dijberiya jinan dike û got ku daraz jî zayendperestiyê dike. Îlkeyê diyar kir ku ew bi salan e ji bo heman mijarê têkoşînê didin û  got ku gelek dosyayên mêrên ji destdirêjiyê tên darizandin û nayên girtin hene. Îlkeyê Musa Orhan ê ku li Êlihê tecawizî Îpek Er kir ku bû sedema mirina wê û li dere ye jî bi bîr xist, got ku divê bê girtin û wiha berdewam kir, "Dosyays Şule Çet di encama têkoşîna jinan de ji nû de hat vekirin û bi encam bû. Pêvajo ya ku divê bê rêvebirin em bi têkoşîna hiqûqê rêve dibin. Bêcezahiştin cesaretê dide mêran û tundiyê zêde dike. Jin jî bi têkoşîna ku bi hev re didin hewl didin encamên adîl bi dest bixin."   'Îqtîdar dibêje ku tişta bike tun ye'   Îlkeyê diyar kir ku kesên nûnertiya îqtîdarê dikin û saziyên medyayê bêyî ku jin di nav wan de hebe li ser jinan niqaşan dikin û zimanê zayendperest li hemberî jinan bi kar tînin. Îlkeyê axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Ji bo vê pêdivî bi lêkolînên berfireh tune ye. Em derkevin kolanê û tenê li rewşa jinan temaşe bikin em bibînin ku daneyên hatine dayîn ne zêde ne. Bi hemû daxuyaniyên ku îqtîdarê derbarê 25'ê Mijdarê de dan aşkera kir ku ew ji bo rê li ber tundiya li jinan bigire bike tune ye."