Daneşîna Doza rojnameger Nurcan Yalçin taloq kirin 2020-12-09 15:23:12   AMED - Nurcan Yalçin a beşdarê doza di derheqê wê de bi îdîaya“ endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin bû, serokê dadgehê jê pirsa “ karta te ya zer heye” an na pirsî.    Daneşîna 1'emîn a doza ku Nurcan Yalçin bi îdaya  " endamîtîya rêxistinê", endamtiya Komeleya Rozayê û parvekirnên wê li ser medyaya civakî lê hatibû vekirin 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de ji nûrcanê re ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza hat xwestin.  Rojnameger Nurcan û parêzerên wê Resul Tamur û Pîrozhan Karali beşdarî daneşînê bûn. Rojnameger û kesên ku xestin dozê bişopînin bi hinceta şewba koronayê negirtin daneşînê. Piştî tesbîta nasnameyan û xwendina îdanameyê, Nurcanê dîyar kir ku ew rojnamevan e û tu têkilîya wê jî bi komeleyan re tune ye. ji ber van gotinên Nurcan, dadger pirsa ‘karta te ya zer he ye?’ ji Nurcanê pirsî. Parêzerê Nurcanê herçiqas ji bo puçkirina îdayên dadgehê hin îtiraz kirin û xwstin ku hin belgeyên nû li dosyayê zêde bikin jî dadgehê  ev daxwazên wan red kirin û daneşîn teluqê 3'yê Adara 2021 ê kir.