Derbarê Şevîn Alaca de îdaname hat amadekirin 2020-12-07 11:20:18   Dîlan Bababat   QERS - Ji aliyê Serdozgerya Komarê ya Qersê ve derbarê Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca de îdanameyek ji 100 rûpelî pêk tê hat amadekirin. Di îdanameyê de bernameyên ku Şevînê tevli wan bûye, xebatên wê yên di çarçoveya hevşaredartiyê de cih girtin. Herwiha di îdanameyê de şevînê bi pergala hevserokatiyê jî hat sûcdarkriin.     Bi pêşxistina polîtîkayên tayînkirina qeyûman ên AKP- MHP'ê yên li dijî Şaredariyên HDP'ê herî dawî di 2'yê Cotmehê de qeyûm tayînî şaredariya qersê hatibû kirin. Hevşaredar Şevîn Alaca jî di 1'ê Cotmehê de hatibû binçavkirin û di 8'ê Cotmehê de jî piştî derxistin dadgehê hat girtin. Serdozgerya Komarê ya Qersê piştî bi 2 mehan derbarê Şevîn Alaca de îdanameyek ji 100 rûpelî pêk tê amade kir.    Di îdanameyê de bernameyên ku Şevînê tevli wan bûye, xebatên wê yên di çarçoveya hevşaredartiyê de cih girtin. Herwiha di îdanameyê de şevînê bi pergala hevserokatiyê jî hat sûcdarkriin.  Serdozgeriya Komarê ya Qersê ku derbarê şevînê de îdaname qedand, ji bo wê ji 10 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest û îdaname pêşkêşî 2'emîn dadgeha cezayê giran a Qersê hat kirin.   Piştî ku Dadgeh îdanameyê tensîp bike wê roja daneşînê jî diyar bibe.