Parêzer Semra Balyan: Her kesên ji Sûrê derketine tên darizandin 2020-12-05 09:45:08   AMED-Ji parêzerên doza Sûrê Semra Balyan got:"Hemû kesên ji Sûrê derketin hatin darizandin û azadiya wan hat astengkirin."   Di 2016'an de li Sûra Amedê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 26 jê girtî 47 kesên di navçeyê de asê mabûn bi îdiaya "xerakirina yekîtî û tevahiya dewletê","endamtiya rêxistinê" tên darizandin. Bi dosyayên li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibûn vekirin rûniştina kesên tên darizandin dest pê kir û heyeta dadgehê cezayê muebbetê da gelek kesî. Her wiha darizandina gelek kesî jî didome. Parêzer Semra Balyan a du muwekilê wê ji ber doza Sûrê tên darizandin, darizandinên Sûrê nirxand.    'Mafên wan ên parastinê dihat astengkirin'   Semra da zanîn di çarçoveya Sûrê de nêzî 50 kesî ji ber "Xerakirina pergala zagonî","Xerakirina yekîtî û tevahiya dewletê" tên darizandin û got:"Ji bo hinek bersûcên din jî ji ber sûcê "Endamtiya rêxistinê" doza cemaweriyê hatiye vekirin. Yên hatin darizandin hinek girtî hinek jî bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan. Heyeta dadgehê her carê mudaxaleyî kesên parastina xwe dikirin, dikir. Bi hinceta di parastinê xwe de propagandaya rêxistinê dikin ew asteng dikir. Bi taybet bi mudaxaleya jandarmayê lêdan dixwarin. Ev bûyeran her carê dubare dibûn. Gelek carî maffê parastina kesên di Girtigeha Amedê de dihat astengkirin. Ji eywanê bi zorê dihatin derxistin. Bûyerên bi vî rengî li Farqîn, Silopî, Gever û Cizîrê jî rû dan."   'Delîlên mirov baweriya xwe pê bîne tune ye'   Cezayê muebettê dan muwekîlekî min. Sûc dixin stûyên muwekilên min lê delîlên mirov baweriya xwe pê bîne tune ye. Divê rewşên kesên ji vê dozê tên darizandin cuda bên nirxandin. Lê ew hemûyan dikin yek. Cezayên tên dayin teqez xwe naspêre delîlên şênber. Mafê darizandina adilane tê binpêkirin. Hemû kesên ji Sûrê derketine tên darizandin. Di vir de nakokiyek heye. "