Di dosyaya Fatmayê de tu pêşketin tune ye 2020-12-03 09:11:11   Dîlan Babat   WAN -  Fatma Altinmakas li Milazgirê hat kuştin û heta niha îdîanameya wê nehatiye amadekirin û di dosyayê de tu pêşketin tune ye.   Fatma Altinmakas a ku li gundê Qêranlî ya navçeya Milazgira Mûşê dijî di 14’ê tîrmehê de ji hêla mêrê ku pê re zewicî Kazim  Altinmakas ve hat kuştin. Her wiha Fatma gelek caran bi tecawiza birayê Kazim Altinmakas Sînan Altinmakas  re rûbirû maye û hatiye tehdîtkirin. Lêpirsîna ku derbarê kuştina Fatmayê de hatî destpêkirin hêj nehatiya temamkirin. 4 û nîv meh e lêpirsîn tê kirin lê nayê zanîn ku dê kengê îdîaname bê amadekirin.    Parêzerê Fatmayê û di heman demê de jî birayê wê Mîr Bedîrhan Ayaz derbarê serbest berdana tecawizkar Sînan de  serî Dadgeriya Cezaya Sulh a Panosê da û îtîrazê serbestberdana wî kir. Lê heta niha derbarê îtîrazê de jî tu bersiv nehatiye dayîn. Her wiha parêzer Mîr Bedîrha xwest îfadeyên birayen mezin ên Kazim û Sinan jî bên girtin, lê derbarê vê mijarê de jî heta niha bersivek nehatiye dayin.    Fatma derbarê tecawizê de di 12’yê tîrmehê de li Qereqola Cendermeyan a Konakkuranê serlêdana sûc kiribû. Piştî giliya Fatmayê Sînan tê binçavkirin, lê ji hêla dadgehê ve bi hinceta ku îqametgeha wî diyar e û nikare delîlan ji holê rake, bi biryara şerta kontrola edlî Sînan serbest hat berdan. Di 14’ê tîrmehê de jî Fatma ji hêla mêrê perê zewicî Kazim Altinmakas ve hat kuştin. Kazim hat girtin, lê serlêdana ji bo girtina Sînanê ji hêla Dadgeha Cezaya Sulhê ya Milazgirê ve hat redkirin.   Her wiha hat diyar kirin ku ji ber ku Fatma tirkî nedizanî gotinên wê derbasî qeydên fermî nebûye. Hincet jî ji ber ku li qereqolê terciman tune bûye. Lê parêzerek ji Baroya Mûşê bi Fatmayê re tevlî îfadeyê bûye diyar kir ku li qereqolê ji hêla leşkerekî ve tercimaniya Fatmayê hat kirin. Walîtîya Mûşê jî îdia kir ku Fatma bi tirkî dizane.    Raya giştî bertek nîşanî nêzîkatiya li hemberî Fatmayê hatiye nîşandan da. Her wiha nûçeyên ku derbarê Fatmayê jî bi hinceta ku “Derûniya zarokan xirab dibe” hatin qedexekirin.    6 zarokên Fatmayê 4 meh in li Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Civakî û Xebat, Malbatê ya Mûşê tên parastin.