Li rojnameger Dîcle Muftuoglu Cezayê girtîgehê hat birîn 2020-12-02 15:59:13   AMED - Di daneşîna doza edîtora MA'yê Dîcle Muftuoglu de bi îdaya "propaganday rêxistinê kiriye" Salek û 3 meh Cezayê girtîgehê hat birîn.   Edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû di sala 2014’an de têkildarî şerê li Kobanê wêneyek ji aliyê ajansa DÎHA’yê ve hatibû belavkirin, di hesabê xwe yê medya civakî de belav kiribû, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Ji vê dozê heta 5 salan cezayê girtîgehê ji Dîcleyê re dihat xwestin. Danişîna doza Dîcleyê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dîcle û parêzerê xwe Resûl Tamûr di danişînê de amade bûn. Hin rojnamevanan jî danişîn şopand û piştevaniya Dîcleyê kirin. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.   'Min wêne bi armanca nûçeyê belav kir'   Dîcle di danişînê de li dijî sûcdariyê parastina xwe kir û got wê bi armanca belavkirina agahiyê wêneyê têkildarî şerê li Kobanê belav kiriye. Dîcle da zanîn ji ber wê agahî belav kiriye sûcên avêtine ser wê qebûl nake û xwest derbarê wê de biryara beraetê were dayîn.   Ceza hat xwestin   Dozger biryara xwe eşkere kir û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh ceza ji Dîcleyê re xwest.   Parêzer beraet west   Li dijî biryara dozger parêzer Resûl Tamûr parastin kir û destnîşan kir ku wêneyê miwekîla wî belav kiriye li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sûc nayê dîtin û xwest miwekîla wî ji dozê were beraetkirin.   Dadger ceza birî   Şandeya dadgehê piştî navberek kin biryara xwe da û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Dîcleyê birî û biryara hikum dê paşê were eşkerekirin da.