Hevşaredar Mulkiye Esmez tahliye nekirin 2020-11-25 13:45:11   MÊRDÎN - Hevşaredara Dêrikê ya HDP'ê ku piştî qeyûm tayînî şûna wê kirin û hat girtin di daneşîna doza xwe de vê carê jî nehat tahliyekirin.    4'emîn Daneşîna Doza Hevşaredara Dêrika Mêrdînê ya HDP'ê  Mulkiye Esmez ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û piştre jî bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Mulkiye ya ku li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê tê girtin bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû, malbat û parêzerên wê li daneşînê amade bûn.   Mulkiye ya ku ji ber xebatên xwe yên partî û şaredariyê girtî ye, îdayên şahidê veşarî yên derbarê xwe de red kirin, pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê bi bîr xistin û daxza tahliyeyê kir.    Parêzerê Mulkiyeyê jî di parastina xwe de xest ku Mulkiye bê berdan.   Heyeta dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Mulkiye berdewam bike, ji bo ku parastin bên temamkirin jî daneşîn taloqî 13'ê Çileya 2021'ê kir.