Daneşîna Çîçek Kobanê bi hinceta pandemiyê taloq kirin 2020-11-24 16:42:46   RIHA - Daneşîna doza derbarê Çîçek Kobanê de ku di serdema êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîl hat girtin û anîn Rihayê bi hinceta pandemiyê hat taloqkirin.   Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn.  Piştî êrîşê di 21'ê Cotmehê de ji gundê Mişrefa Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) bi îdaya "endama rêxistinê" ye gitibûn û anîbûn Rihayê. Çîçekê ya ku derbarê wê de doz hat  vekirin û tê darizandin daneşîna doza wê ya 4'emîn li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.  Çîçekê nanîn daneşînê û parêzera wê Hîdayetê Emmek li daneşînê amade bû.   Heyeta Dadgehê bi hinceta ku pandemî heye daneşîn taloqî 14'ê Çileya 2021'ê kir.