Darizandina Feleknas Uca dê bê nirxandin 2020-11-24 16:05:39   AMED - 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar girt ku piştî biryara AYM’ê ya ji bo doza Enîs Bereberoglû yê CHP’yî da, ji bo Feleknas Uca ya Parlamentera HDP’ê binirxîne ka dê darizandina wê bidome an na.    Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ji bo Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû ku tevî destnedayîna wî hebû jî dihat darizandin biryara binpêkirina maf da. Piştî vê biryara ji bo Enîs Berberoglû, bal kişand ser darizandinên parlamenterên HDP’ê. Di vê mijarê de cara yekem e biryarek hat girtin. 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji bo Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca ku bi îdiaya “endama rêxistinê ye” li gel destnedayîna wê heye jî tê darizandin, biryar da ku darizandina wê bidome an nedome binirxîne.