Daneşîna Fîlîz Işik a HDP'yê taloq kirin 2020-11-24 13:39:51   MÊRDÎN - Daneşîna doza ku Hevseroka berê ya HDP'ê ya Midyadê Fîlîz Işki bi îdaya "endamtiya rêxistinê" jê girtî dihat darizandin hat taloqkirin.   Daneşîna doza ku Hevseroka berê ya HDP'ê ya Midyadê Fîlîz Işki bi îdaya "endamtiya rêxistinê" jê girtî dihat darizandin 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.   Fîlîz a ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye, ji bo parastinê li dadgehê amade bû. Daneşîn bi tespîta nasnameyan hat kirin û Fîlîz û parêzerê xwe parastin kirin. Fîlz a ku îfadeya şahidê nepen qebûl nekir tahliyeya xwe xwest.   Daneşîn bi daxwaza ku şahid bên îfadê bidin taloqî 18'ê Sibata 2021'ê hat kirin.