Ji Gulan a ne li cihê bûyerê bû re cezayê muebetê hat xwestin 2020-11-18 09:05:27   AMED - Gulan Elma bi malbata xwe re li Licê hat girtin û heyeta dadgehê derbarê wê de cezayê muebet a girankirî jê re xwest, Gulan li dijî îdiayan derket û diyar kir ku di dema xendekan de li derveyî bajêr bûye.   Yildiz Elma (55) li Licê ya Amedê di cotmeha 2018'an de bi îfadeyên "Venûs" hat girtin. 4 zarokên Yildizê li dijî biryarê derketin û her 4 zarok bi hinceta ku li hemberî polîsan derketine hatin girtin. Bi mehan Yildiz û zarokên wê girtî man û piştre heyeta dadgehê ji Yildizê re 6 sal û 3 meh ceza birî û biryara tehliyeya wê da. Her wiha hat hînbûn ku “Venus” heta niha derneketiye holê, ligel vê yekê jî dadgehê ceza da Yildizê.    Piştî ku Yildizê serbest hat berdan 3 zarokên wê jî serbest hatin berdan. Lê belê keça wê Gulan Elma nehat berdan, Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê  Gulanê de 4 îdianame hatin amadekirin. Rojên borî danişîna Gulanê hat dîtin û biryara ku bila rewşa Gulanê ya girtî berdewam bike hat dayîn.    Parêzerê Gulanê da zanîn ku biryara girîmayîna wê nayê qebûlkirin û got: "Di pêvajoya xendekan de Gulan li Nevşehîrê bû û şahîdê wê jî zavayê wan ê malbatê ye. Heke di dema xendekan de li vir bûye dê çawa deng bida. Gulan di 1'ê Mijdarê de dengê xwe bi kar aniye. Di 4'ê Mijdarê de jî li ser medyaya civakî parvekirinek wê heye. Kesek wisa dê çawa di vê rewşê de peyamek li ser medyaya civakê parve bike. Ez daxwaz dikim ku Gulanê bê tehliyekirin."   Heyeta dadgehê derbarê Gulanê de biryar da ku rewşa wê ya girtîmayînê bila bidomîne da û danişîn taloqê 28'ê Cileya 2021'an kir.