Gûmanbarê êrîşa zayendî tevli daneşînê nebû 2020-11-15 09:04:15   MÊRDÎN - Daneşîna 2'emîn a doza gûmanbarar  Feyzî Altundag (64) ê ku li Mahsertê gef li 2 zarokan xwarine û êrîşa zayendî li wan kiriye di 18’ê Mijdarê dê bê dîtin.   Di Nîsana 2018’an de li Navçeya Mehsertê ya navçeya Mêrdînê hatibû diyarkirin ku mêrê bi navê Feyzî Altundag (64) li 2 zarokan êrîşa zayendî kiriye û gef li wan xwariye. Piştî ku zarokan li Serdozgeriya Komarê ya Mahsertê gilî kir, derbarê gûmanbar de îdaname hat amadekirin û dosya ji 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê re hat şandin.    'Zarokan kevir avêtin min'   Piştî ku îfadeya zarokan li serdozgeriyê hat girtin îfadeya gûmanbar jî hat girtin. Gûmanbar di îfadeya xwe de bûyer înkar kir û diyar kir ku zarokan kevir avêtinê û pere jê xwestine. Li ser vê îfadey gûmanbar kamerayên cihê bûyerê hatin kontrolkirin û derket holê ku di destên zarokan de tu kevir tune bûne û zarok û gûmanbar bi riyê cuda de çûne.    Ji bo bersûc ceza hate xwestin   îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mahsertê ve hatiye amde kirin ji dadgeha  Asliyê ya Ceza  a Mêrdînê re hat şandin. Di îdianameyê de ji Feyzî  re bi sucdariya “Êrîşa zayendî a li zarokan” ji bo her zarokekî ku êrîş li wan kiriye cuda cuda ceza hat xwestin.    Daneşîna yekem ya dosyayê di 19’ê Hezîranê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hatibû dîtin. Feyzî Altindag bi hênceta ku temenê wî mezine û şewba koronoyê heye beşdarî daneşînê nebibû.  Şandeya dadgehê ji bo daneşîna 2'emî biryar da ku di bin zorê de gûmanbar bê tevli daneşînê bibe û daneşîn taloq kiribû. Daneşîna doza gûmanbar Feyzî Altindag ku jê tê darizandin di 18'ê Mijdarê de dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin.