Ji bo Çîçek Kobanê daxwaza muebeta giran kirin 2020-10-22 15:17:10   RIHA - Di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Çîçek Kobanê dîl hatibû girtin û ew anîbûn Rihayê. Di 3'yemîn rûniştina doza Çîçek Kobanê de dozger "muebeta giran" xwest.    Rûniştina sêyemîn a doza Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ku dema êrîşên hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gundê Mişrefa yê Eyn Îsayê, ji aliyê heman hêzan ve hatibû birîndarkirin û radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Çîçek, ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzera wê Hîdayet Enmek jî li danişînê amade bû.    Çîçek, parastina xwe bi kurdî kir û destnîşan kir ku YPG’î ye lê tevlî tu pevçûnî nebûye û piştî ku hatiye girtin ji piyê xwe hatiye birîndarkirin. Piştî Çîçek parêzera wê Hîdayet jî parastina wê kir û da zanîn ku li gorî usûlê kirariya girtin nehatiye kirin û kesên ku kirariya girtinê kirine OSO’yî ne. Hîdayet, destnîşan kir ku rayeya vê komê ya girtina kesekî tune ye û li gorî xala 90’emîn a CMK’yê kirariya girtinê nehatiye kirin.    Piştî parastina parêzer, dozger mutalaaya xwe eşkera kir û ji Çîçek re cezayê muebeta giran xwest.    Parêzer Hîdayet ji bo parastina li dijî mutalaayê dema zêdek xwest.    Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê daxwaza parêzera a ji bo parastinê qebûl kir, biryar berdewamiya girtina Çîçekê da û danişînê taloqî 24’ê mijdarê kir.