Jinan li dijî cezayê li wan hat birîn nerazîbûna xwe nîşan dan 2020-10-13 15:08:16   MÊRSÎN - Platforma Jinê ya Mêrsînê ji bo cezayê pere yê li 35 jinên çalakî ji bo Peymana Stenbolê çêkiribûn, bê betalkirin serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê da.   Platforma Jinê ya Mêrsînê û Navenda Mafên Jinê ya Baroya Mêrsînê ji bo cezayê pere yê li 35 jinên çalakî ji bo Peymana Stenbolê çêkiribûn, bê betalkirin serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê da. 100 hezar TL cezayê pere li jinan hatibû birîn.    Platforma Jinê ya Mêrsînê û Navenda Mafên Jinê ya Baroya Mêrsînê piştî serêlêdanê li ber Edliyeya Mêrsînê daxuyanî dan. Parêzer Zelal Akgul bal kişand ser zêdebûyina tundiya li ser jinê û anî ziman ku cezayên pere yê li jinê hatiye birîn dewamiya tundiya li ser jinê ye. Bi cezayan dixwazin têkoşîna jinê têk here û di çavên civakê de bêqîmet bimîne.    Zelalê daxwaza ji bo pêkanîna Peymana Stenboê nû kir û got ew ê jin ji destkeftiyên xwe paş gavê neavêje.