Arîn Zumrut hat tehliyekirin 2020-10-12 15:31:50   AMED - Endama Rêveberiyê ya MMO ya Şaxa Amedê Arîn Zumrut ku di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin di rûniştina yekem de hat tehliyekirin.    Di 29'ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin endama lijneya rêveberiyê ya Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) Arîn Zumrut hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Rûniştina yekem a doza bi îdiaya 'Endamtiya rêxistinê' li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû vekirin îro hat dîtin.    Heyeta dadgehê biryara tehliyeya Arîn Zumrut da.