Ji bo kujerê Pinarê cezayê muebeta giran hat xwestin 2020-10-08 15:41:10   MUGLA - Di îdîanameya derbarê kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn hat amadekirin de, cezayê muebeta giran hat xwestin.    Li navçeya Ûla ya Muglayê, jina 26 salî Pinar Gultekîn di 16’ê tîrmehê de winda bibû û di 21’ê tîrmehê de cenazeyê wê li navçeya Menteşe hatibû dîtin. Îdîanameya derbarê qatilê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci de hatibû amadekirin, hat qebûlkirin. Îdîaname ji 15 rûpelan pêk tê. Di îdîanameyê de, ji bo Cemal Avci bi sûcdariya “Bi hestên hovane mirov kuştin” cezayê muebeta giran hat xwestin. Ji bo birayê Cemal Avci Mertcan Avci jî bi sûcdariya “Veşartina delîlan” heya 5 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.   Yekemîn danişîna dozê wê di 9’ê mijdarê de, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê bê dîtin.