Rûniştina Hevserok Yildiz Çetin hat taloqkirin 2020-10-08 12:45:18   WAN - Rûniştina doza Hevseroka Şaredariya Erdîşê ya HDP'ê ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Yildiz Çetîn îro hat dîtin. Rûniştin hat taloqkirin.    3'yemîn Rûniştina doza Hevseroka Şaredariya Erdîşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, Yildiz Çetîn li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Yildizê ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bi rêya Sîstema Dîmen û Deng (SEGBIS) tevlî rûniştinê bû. Bi hinceta pandemiyê ji xeynî parêzeran kes tevlî rûniştinê nebû.   Hevseroka berê ya Erdîşê Dîba Keskîn, Hevseroka HDP'ê ya Erdîşê Sarya Bilici, endamên meclîsa şaredariyê, malbata Yildizê li korîdora edliyeyê rûniştin şopandin.    Rûniştin bi parastina Yildizê dest pê kir. Yildizê di parastina xwe de anî ziman ku xebatên wê kiriye di bin banê şaredariyê de pêk hatiye.    Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 24'ê Kanûnê kir.