Daneşina doza Sevda Çelik Ozbîngol hat taloqkirin 2020-10-02 12:38:27   RIHA - Daneşîna doza Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol di danişîna sêyemîn a doza xwe de jî nehat berdan.    Danişîna sêyemîn a doza Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” û “Propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarixstin. Ozbîngol beşdarî danişînê bû û Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parêzer di danişînê de amade bûn. Dosyeya niha Sevda jê girtî ye bi dosyeyek ji sala 2014’an maye re kirin yek.    Sevda di danişînê de parastina xwe kir û diyar kir ku xebatên wê yên pîşeyî wek sûc di îdıanameyö de bi cih kirine û eleqeya vê yekê bi hiqûqê re nîne û xwest were berdan û beraetkirin.    Parêzeran jî parastina hevpîşeya xwe kir û xwestin were berdan.    Şandeya dadgehê daxwaza berdanê red kir û biryara dewama girtina Sevdayê da û danişîn taloqî 17’ê mijdarê kir.