Daneşîna Dayika Aştiyê hat taloqkirin 2020-10-01 13:04:40   MÊRDÎN - Daneşîna Dayika Aştiyê Xewlet Oncu ku di pêvajoya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê de bi erdê re hat kaşkirin û derbarê wê de doz hat vekirin hat taloqkirin.   Ji bo balkişandina li ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ku hatibû destpêkirin di 20'ê Nîsana 2019'an de li Qosera Mêrdînê daxuyanî hatibû dayîn. Polîsan êrîşî kesên ku tevli daxuyaniyê bûn kiribûn, Dayika Aştiyê Xewlet Oncu bi erdê re kaş kiribûn û binçav kiribûn. Daneşîna doza ku derbarê Xewletê de hatibû vekirin 5'emîm daneşîna wê hat kirin. Daneşîna doza ku ji bo Xewşetê ji 5 salan heta 10 salan cezayê hepsê tê xwestin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di daneşînê de parêzerê Xewletê amade bû.   Heyeta dadgehê, bi hinceta ku divê kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin doz taloqî 14'ê Çileya 2021'ê kir.